Li Minbicê panelek li ser dewlemendiya çandan ya pêkhateyên herêmê hate lidarxistin û tekezî li ser parastina pergala bihevrejiyanê hate kirin.
Şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser beşdarî panelê bûn.
Di panelê de axaftin hatin û hate gotin, Ewlehiya şêniyan û jiyana hevbeş berpirsiyariyeke nîştimanî ye û dikeve ser milê tevahî pêkhateyên Sûriyê.
Her wiha behsa dewlemendiya çandên herêmê hate kirin û tekezî li ser parastinê wê hate kirin.
Panel bi pêşandana berhemên hunerî yên folklorîk bi dawî bû.
