Ji ber nebûna belavkirina mazota xizmetguzariyê ajokarên bajarê Qamişlo karê rawestandine û tevgera çûn û hatinê lewaz bûye.
Ev nêzî hefteyekê ye mazota xizmetguzariyê li ajokaran nehatiye belav kirin. Ajokar neçar mane ku mazota reş bikirin û buhayê kiriya çûn û hatinê bilind bikin .
Ji Qamişlo ta Dêrikê kiriya çûn û hatinê 40 hezar, ji Qamişlo ta Girkê legê 30 hezar, û ji Qamişlo ta Tirbespiyê 15 hezar lêreyên Sûrî ji welatiyan tê standin.
Ev biryara qutbûna mazotê vedgere Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ku rêveberiya sotemeniyê agahdar kirine ku belavkirina sotemeniyê, dê raweste heta ku bihayê wê li seranserê hemû parêzgehan were yekkirin.
