TEV-ÇAND’ê û Komîna Wênexêziyê ya Qamişloyê 15 şêwekarê di dawiya komxebata hunerî de xelat kirin.
Bi boneya sedsaliya Qamişloyê, li Nivîsgeha Şilêrê ya Qamişloyê şahiya xelatkirina 15 şêwekarên tev li komxebata “Em bi hev re siberoja bajarê xwe bi ruhê huner û berxwedanê xêz bikin” bûne, hat lidarxistin.
Di şahiyê de gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Seyîd Hesam li ser birêxistinkirina çalakiyên hunerî pîrozbahî pêşkêş kir û bal kişand ser rola hunerê di xurtkirina çandê û bedewbûna bajêr de.
Rêvebera Komîna Wênexêziyê Solîn Yûsif jî diyar kir ku girîngî bi berdewama mîna van çalakiyan, xurtkirin û pêşxistina wan heye.
Şahiya xelatkirinê bi belavkirina spasnameyan li ser şêwekaran bi dawî bû.
