FIRNEYÊN LI HESEKÊ JI BER NEBÛNA PEREYÊN NÛ KARÊN XWE RADIWESTÎNIN

Rojava Tv
2 Min Read

Piştî biryara Rêveberiya Genim a herêma Qamişlo ya rawestandina qebûlkirina pereyê kevin ji xwediyên firneyan, hin firneyên li Hesekê deriyên xwe girtin û heta agahdariyeke din rawestandina kar ragihandin.

Welatiyan nerazîbûna xwe li hember vê yekê nîşan dan û daxwaz kirin ku rayedarên têkildar li şûna derxistina fermanên şaş, pereyên nû peyda bikin.

Çend firneyên li bajarê Hesekê; duh ragihandin ku ew heta agahdariyeke din; karên xwe radiwestînin. Ev yek nîşan dide ku krîzeke nû dibe ku li bajêr çêbibe.

Firne piştî agahdariyeke rasterast ji Rêveberiya Genim a herêma Qamişlo, ku ji wan re gotibû ku pereyê kevin ji xwediyên nanpêjxaneyan qebûl nekin, hatin girtin. Ji ber vê yekê, xwediyên nanpêjxaneyan jî êdî pereyê kevin ji welatiyan qebûl nakin.

Rêvebirê Firneya Roj ji kanala me re rave kir ku biryara Rêveberiya Genim a herêma Qamişlo sedema girtinê ye. Wî diyar kir ku girtina firnê hem li ser xwediyê wê û hem jî li ser welatiyan barekî giran datîne.

Di heman demê de, welatî piştrast dikin ku ew ji ber nebûna pereyên nû li sûkan di dabînkirina pêdiviyên xwe yên rojane de, bi taybetî nan, zehmetiyan dikişînin.

Di navbera pereyên nû û kevin de, xelk winda bûne û nizanin berê xwe bidin ku derê.

Deng roj li pey rojê bilind dibin, bi hêviya ku kesek bibihîze û alîkariya wan bike.

Share This Article