Ji bo Rêzgirtin û dilsoziya bi bîranîna şehîdan re li Cizîr û kobanê Merasîmên bîranîna cangoriyên azadiyê dewam dike.
Li bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Kobanê, bi beşdariya bi sedan şênî û malbatên şehîdan, merasîmên bîranîna gerîlayên HPG û YJA Starê hatin lidarxistin.
Beşdarên merasîman soza domandina riya şehîdan dan.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê merasîma bîranîna 195 gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku di demên cuda de şehîd bûne, li dar xist.
Merasîm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bi beşdariya bi sedan şêniyan, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî pêk hat.
Piştî deqeya rêzgiritnê sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîdan hat pêşandan. Piştre endamê Meclisa PYD‘ê Hisên Çiya axivî.
Çiya di axaftina xwe de şehîd bi bîr anîn û got, serketina şoreşê û destkeftiyên hatine bidestxistin, berhema keda şehîdan e.
Merasîm bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Ji bo 195 gerîlayên HPG`ê û YJA` Starê yên li cih û demên cuda şehîd bûne, merasîmek bîr anînê li bajarê Tirbespiyê jî hat li dar xistin.
Merasîm li hola (PYD) hat lidrxistin, bi dehan malbatên şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl û şêniyên bajêr beşdar bûn.
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a PYD`ê Silêman Ereb axivî. Ereb da diyar kir ku bi saya şehîdan îro Kurd ji tune bûnê ber bi hebûnê ve diçin.
Ereb destnîşan kir ger ne ji şehîdan baya dê kurd bi qirkirinê rû bi rû maba ne, van pakrewanan xwe xistin mertal da ku em bi aramî bijîn.
Di dawiya merasîman de, senevizyona wêneyên 195` pakrawana hat pêşandan.
MECLÎSA MALBATÊN ŞEHÎDAN A BAJARÊ KOBANÊ 280 ŞEHÎD BI BÎR ANÎN
Bi armanca bîranîna 280 şehîdên HPG’ê ku beriya çend rojan hatibûn îlankirin, Li bajarê Kobanê çalakiyek bîranînê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de, tevgerên jinan, partiyên siyasî, tevgera civaka demokratîk TEV-DEM û hejmareke mezin ji malbatên şehîdan beşdar bûn.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê dayikên şehîdan Ayîşe Efendî axaftinek kir.
Her wiha sînevîzyona wêneyên 280 şehîdan û berxwedana wan hate pêşandan. Di dawiya çalakiyê de, mûm ji aliyê dayik û bavên şehîdan ve hatin pêxistin.
