ŞAREDARIYA GEL A QAMIŞLO DEST BI KOLANDINA 20 BÎRÊN AVÊ KIR

Rojava Tv
2 Min Read

Di çarçoveya dabînkirina pêdiviyên xelkên bajarê Qamişlo ji ava vexwarinê, Şaredariya Gel a Qamişlo bi hevkariya Rêvberiya Xweser a Kantona Cizîrê, projeya kolandina 20 bîrên avê dest pê kir.
Endamê Nivîsgeha Lêkolînan a Gerînendeya Avê Ebdilkerîm Mihemed ji Rojava TV re diyar kir ku, bîrên tên kolandin dikarin hezar û 500 metrekab ji avê dabîn bikin.

Weke beşek ji planên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ya ji bo çareserkirina pirsgirêka avê û dabînkirina pêdiviyên welatiyan bi awayekî domdar, Ofîsa Teknîkî ya Şaredariyê, bi hevkariya komîteya çavdêriya pispor, dest bi projeya kolandina 20 bîrên avê li taxa Hilêliyê kir.

Heta niha 2 bîr ji aliyê tîmên kolindinê ve hatin temamkirin û bi awayekî rojane li ser temakirina kolandina bîrên din kar berdewam dike.

Endamê Nivîsgeha Lêkolînan a Gerînendeya Avê “Ebdilkerîm Mihemed” ji Rojava TV re behsa girîngiya projeyê kir.

Ji aliyê xwe ve, xwediyê hefareya avê Macid “ku bi bavê Siwar tê naskirin” diyar kir ku rejeya kûrbûna çavkaniyên avê di hundir erdê de baş e û zû tên dîtin.

Li gorî Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, lêçûna projeya kolandina bîran 2 Milyon û 889 hezar dolar e û dê ev proja di heyama 3 mehan de bi dawî bibe.

Share This Article