KONGRA STAR A HELEBÊ ŞEHÎD GULÊ SELMO BI BÎR ANÎ

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra Star a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro bi wesîleya salvegera 13’an a şehadeta çalakvana Yekitiya Star (Kongra Star) Gulê Selmo civînek lidarxist.

Civîn bi beşdariya Endam û rêveberiyên Meclîsên taxan ,sazî û komîngeh, meclîsa malbatên şehîdan, partiyên siyasî yên herdu taxan li qada şehîdan a li taxa şêxmeqsûda xerbî hat li darxistin.

Di civînê, Endama koordînasyona Konger Star Fehîme Hemo axivî û behsa jiyan, kesayet û têkoşîna şehîd Gulê Selmo kir.

Fehîme Hemo Şehîd gulê selmo bi bîranî û got, Şehîd gulê ji bo xizmeta doz û civaka xwe heta kêliya xwe ya dawî di nava têkoşînê de bû û navê xwe li berxwedana Şêxmeqsûdê xist.

Têkoşer Gulê Selmo dema rê neda komên çeteyan ku rojnamevanên sûcên wan dişopandin, bireivînin, bû hedefa êrişê û birîndar bû.

Gulê Selmo 3 rojan di nexweşxaneyê de ma û di 13’ê Adara 2013’an de şehîd bû.

Share This Article