Îro, dê, bav û xwendekarên Kurd li Qamişlo daxuyaniyek weşandin û daxwaza sererastkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya derbarê zimanê Kurdî de kirin
Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Herêma Qamişlo hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku mijar ne tenê têkildarî zêdekirina zimanê kurdî wekî materyaleke xwendinê ye, lê têkildarî mafê zarok, şagirt û xwendekaran ê fêrbûna bi zimanê wan ê dayikê û bikaranîna wî ya di bidestxistina zanînê de ye.
Her wiha daxwaza misogerkirina mafê xwendekar û şagirdên kurd di fêrbûna zimanê wan ê dayikê da li hemû aliyên Sûriyeyê û negirêdana vî mafî bi cihê niştecihbûnê ve hate kirin.
Piştî daxuyaniyê, daxwazên beşdaran ji gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hesam re hate pêşkêşkirin.
