Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê cenazeyê 2 cangoriyên azadiyê li goristana şehîd Dîcel bi merasîmekê oxirkirin.
Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şam Elî di 27’ê Tebaxê de û Şervanê QSD’ê Mihemed Ehmed bi nasnav Murad Minbic di 26’ê Kanûna 2024’an de şehîd bûn.
Rêveber, endamên dest û saziyên Rêveberiya Xweser, nûnerên saziyên civaka sivîl li merasîmê amadebûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya wan da.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
