Bi dirûşma “Bi ruhê fedayîtiya gerîla çanda şoreşgerî mezin bikin azadiya rêber Apo misoger bikin” li Kobanê Mihrîcana 3’yemîn a şehîd Bawer Agir hate destpêkirin.
Mihrîcan ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Firatê ve hat orgenîzekirin û li qada Jina Azad a li navenda bajêr hat lidarxistin û Bi sedan şêniyên kantona Kobanê têde amade bûn.
Cîgira Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jînda Yusif axivî û got “Destê xiyanetê dirêjî me kirin û li dijî rêber Ocalan komplo pêk anîn, Ev komplo careke din nû kirin û axa me dagir kirin da ku projeya demokratîk derbe bikin.”
Di mihrîcanê de komên hunerî ji Reqa, Minbic û Kobanê berhemên xwe pêşkêş kirin.
Hêjayî gotinê ye ku şehîd Ahmet Akyuz (Bawer Agir) di 13’ê Cotmeha 2019’an de li gundê Hiwêce yê Girê Spî di berxwedana li dijî dewleta Tirk de şehîd bû.
