Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star fermandar Emîne, Ekîn û Zîn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo bi bîr anîn û diyar kirin ku ew ê her dem li ser şopa şehîdan bin.
Endama Konseya Fermandariya HPG’ê û YJA Starê Emîne Erciyes, gerîlayên YJA Starê Zîn Zagros û Ekîn Amara di 20’ê Nîsana 2020’an de li herêma Garê di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.
Bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Rêxistinên Civaka Sivîl, şêx û rûspiyên eşîran tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star û PYD’ê ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya wan da.
Merasîma bîranînê bi dirûşmên şehîd namirin bi dawî bû.
