Xwendekar, mamoste û xebatkarên Zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyekê, komkujiya li gundê Xirbe Îşkê pêk hatiye şermezar kirin û bang li saziyên navneteweyî yên têkildar kir ku lêkolînekê bidin destpêkirin.
Bi amadebûna xwendekara Zanîngeha Kobanê Fatima Hec Mehmûd a ku ji her du lingên xwe di wê komkujiyê de winda kirine, xwendekar, mamoste û xebatkarên Zanîngeha Kobanê kom bûn û der barê mijarê da daxuyaniyek.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin ên li ser Kobanê û komkujiyên ku li dijî Kurdan kirine.
Di daxuyaniyê de bang li saziyên navneteweyî û yên mafên mirovan hat kirin û hate gotin “Destên xwe deynin li ser wijdanê xwe û bi cidî li van kiryarên hovane binêrin.”
Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re û ji birîndaran re şîfa hat xwestin.
