LI DIRBÊSIYÊ ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ BI MEŞEKE GIRSEYÎ HAT ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Welatiyên bajarê Dirbêsiyê bi meşeke girseyî êrîşên dagirkeriyê yên liser herêmê şermezar kirin.

welatiyan diyar kirin ku çiqas êrîş werin li ser herêmê ew ji axa xwe bernadin.
Ev 4 roj in ku dewleta tirk a dagirker bi awayekî hovane binesazî, saziyên sivîl û navendên ewlekariyê yên herêma bakur û rojhilatê sûriyê bombebaran û topbaran dike.

welatiyên herêma bakur û rojhilatê sûriyê xwepêşandanan li dar dixin û bi tundî êrîşên dagirkeriya tirk yên li ser herêmê şermezar dikin.

welatiyên bajarê Dirbêsiyê bi meşeke girseyî êrîşên dagirkeriyê yên li ser herêmê şermezar kirin.

welatiyên bajarê Dirbêsiyê diyar kirin ku çiqas êrîş dijwar bibin, ew dest ji axa xwe bernadin.
Her wiha welatiyan anîn ziman ku, armanca dewleta Tirk têkbirina aramiya herêmê ye.

Xelkên Dirbêsiyê di dawiya meşê de dirûşmeyên mezinkirina asta têkoşîn û berxwedaniyê berz kirin.

Share This Article