ŞÊNIYÊN TEBQAYÊ BI XWEPÊŞANDANEKÊ KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Hevdemî salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber APO, îro şêniyên kantona Tebqayê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin û komplo şermezar kirin.

Xwepêşandanê bi beşdariyeke girseyî ji qada Endeles dest pê kir û li pêşiya navenda çand û hunerê veguherî mitîngê.

Di xwepêşandanê de bênavber dirûşmeyên Bê serok jiyan nabe û em ê bi têkoşîna xwe komployê vala derbixin, hatin berzkirin.

Di xwepêşandanê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO hate şermezarkirin û teqezî li ser mezinkirina asta berxwedaniyê hate kirin.

 

Share This Article