Kongreya Îslama Demokratîk komkujiyên çekdarên desthilata Şamê yên li dijî Elewiyan, wêrankirina mal û perestgehên wan û hedefgirtina jiyana hevpar, şermezar kir.
Daxuyanî bi amadebûna hejmarek oldar, melayên mizgeftan û endamên Kongreya Îslama Demokratîk hate xwendin.
di daxuyaniyê de hate gotin: “Di vê qonaxa hestiyar ku Sûriye tê de dijî, li herêmên Berava Sûriyê, şerekî mezhebî û komkujiyeke mirovî li dijî pêkhateya Elewî rû didin. Ev yek metirsiyeke mezin li ser pêşeroja welêt ava dike”
Kongreya Îslama Demokratîk banga rawestandina kiryarên nijadperestî kir, û bal kişand ser pêwîstiya hilgirtina ala aştî, berxwedan û biratiyê.
Her weha ji saziyên olî û civaka navdewletî xwest ku van binpêkirinan şermezar bikin û rijandina xwînê rawestînin.
KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK KOMKUJIYÊN LI BERAVÊN SÛRIYÊ ŞERMEZAR KIR
