GERÎNENDEYA JÎNGEHÊ YA FIRATÊ JI BO FIREHKIRINA RÛBERA KESKEHIYÊ XEBATÊN XWE DIDOMÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Gerînendeya Jîngehê ya herêma firatê, bi armanca berfirehkirina rûbera keskehiyê kar û xebatên xwe didomîne .

hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Firatê arif got ku kêmbûna ava çemê firatê wan asteng dike.

Ji bo parastina jîngeh û xwezayê û firehkirina qada keskahî ya herêma firatê, Gerînendeya Jîngehê ya Herêma Firatê li gor derfetên heyî di nav hewldana de ye.

Gerînedeyê, di heyama salekê de Li gundê şêxçûpên yê kantona kobanê 3 hezar dar çand, li  gundê tehtkê daristanek ava kir û 700 dar çand her wiha li gundê xerab işkê jî 700 dar li kêleka riyan çand.

hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Firatê arif balî tekez kir ku wan ji destpêka sala 2022 an ve 5 gulîstan Çandine .

arif balî got ku ji bo parastina jîngeha herêma firatê wan bankartên hişyariyê li bajêr danîne.

arif balî destnîşan kir ku kêmbûna asta ava çemê firatê wan asteng dike û rewşê xerab dike.

hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Firatê arif balî Bang li Şêniyên herêmê kir ku li daran û qada keskahîyê miqate bin.

Share This Article