KOÇBERÊN EFRÎNÎ BI HÊVIYA VEGERA LI WARÊ XWE LI BER XWE DIDIN

Rojava Tv
2 Min Read

Ji 20’ê çileya sala 2018’an heta 18’ê adara heman salê gelê Efrînê û şervanên azadiyê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî raber kirin.

Piştî dagirkirina Efrînê xelkên wê koçberî Şehbayê bûn û di kanûna sala derbasbûyî de jî ji bo cara duyemîn hatin koçberkirin.

Tevî zehmetiyan dîsa hêviyên wan ên vegerê her dem zindî ne.

Dewleta Tirk di  20’ê Çileya 2018’an de dest bi êrîşên dagirkeiryê yên li dijî Efrînê kir, li hember êrîşan Gelê efrînê û şervanên wê 58 rojan li ber xwe dan.

Piştî berxwedana 58 rojan gelên efrînê neçar man koçber bin û ev 7 salin li warê koçberiyê bi hêviya vegera li efrînê têdikoşin.

Hîna birînên koçberan ên ji bo vegera li Efrînê derman nebûne, careke din ji Şehbayê jî koçber bûn û berê xwe dan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

koçberên ku li kantona tebqayê bi cih bûne êş, azar û hêviyên xwe ji rojava tv re vedibêjin.

Her wiha koçberên efrînî dibêjin, ew tu carî efrînê ji bîr nakin û dê her têkoşîna xwe ya ji bo vegerê bidomînin.

7 sal in koçberên efrînî li warê koçberiyê bi vîna xwe ya ji pola, bi hêviya vegera li efrînê li ber xwe didin û di têkoşîn û berxwedana xwe de bi israr in.

Share This Article