Kongra Star a bajarê Qamişlo îro bi daxuyaniyekê kuştina jinekê bi destê yek ji xizmên wê li taxa Qidûrbeg şermezar kir û banga hesabpirsînê kir.
Kongra Star got, di bin navê şeref, namûs, ol û zayendperestiyê de sûcên herî giran li dijî jinan dikin û wan qetil dikin.
her wiha Kongra Star di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ê li beramberî sûcên li dijî jinan bêdeng nemînin û ji bo parastina maf û azadiya jinan bi xurtî bixebitin.
Kongra Star di dawiyê de banga cezakirina kujer her wiha bidawîkirina sûcan û dûrketina ji zihniyeta mêrê serdest kir.
