BI DAXUYANIYAN ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA TIL HASIL Û TIL ERANÊ HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
2 Min Read

Meclisa Gelan a Demokratîk û Ofîsa Rêxistinî ên kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyên cûda şehîdên komkujiya Til Hasil û Til Eranê bi bîranîn .

her wiha bang hat kirin ku ev doz were şopandin, ji bo ku sûcdarên wê li dadgehên navneteweyî yên taybet bên darizandin .

27 Tîrmeha 2013’an.. Ji bo kurdan tevan dîrokeke bi êşe .

Beriya 11 salan weke îro komkujiyeke biêş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê der heqê Kurdên Til ‘Eran û Til Hasil de hate kirin.

komên çete weke gurên har êrîşî her du gundan kirin, bi sedan sivîl revandin û kuştin.

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Til Hasil û Til Eranê bi bîranîn .

Di daxuyaniyê de bang li civat û hêzên navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê, rêxistinên mafên mirovan û Komkara Erebî hate kirin ku bê deng nemînin û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku dagirkeriya li ser herêmên Sûriyeyê bi dawî bike û rêzê ji serdestiya Sûriyê re bigire.

Her wiha bang li hikumeta Şamê hate kirin ku bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re dest bi diyalogê bike da ku çareseriyeke siyasî û demokratîk peyda bikin.

her wiha Ofîsa Rêxistinî ya Efrîn û Şehbayê li Minbicê şehîdên Komkujiyê bi rêzdarî bibîranî .

Di daxuyaniyê de berxwedana xelkê her du bajarokan li hember hêzên tarî, bi bêhempa û destanî hate wesifandin.

her wiha bang hat kirin ku ev doz were şopandin, ji bo ku sûcdarên wê li dadgehên navneteweyî yên taybet bên darizandin .

û fişarê li hikumeta Tirkiye were kirin ku hovîtî û êrişên xwe li dijî dewletên cîran rawestîne û ji herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê derkeve

Share This Article