ENDAM Û RÊVEBERÊN PYD’Ê BANGA PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Endam û rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ji Rojava tv re axivîn û gotin, CPT li hember girankirina tecrîdê erkên xwe pêk nayne.

Her wiha dan zanîn ku tecrîda li ser Rêber Apo li dijî pîvanên mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye.

Feylesof û Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan ev 25 sal in di girtîgeha îmraliyê de di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin.

Hevdemî dîlgirtina Rêbertî, ev nêzî 42 mehan e ku bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayên wergirtin, tevî ku malbat û parêzer serlêdan dikin, lê pêkanîna hevdîtinê tê redkirin.

Li hember tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO li cîhanê û herêmê gelê kurd û dostên wan her li qadan in û banga azadiya rêberê xwe dikin.

Derbarê mijarê de Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Bêrîvan Omer got, CPT li hember girankirina tecrîdê erkên xwe pêk nayne.

Her wiha Endamê meclîsa giştî ya PYD ê Ebdulxenî Oso jî got, tecrîda li ser Rêber Apo li dijî pîvanên mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye.

Beriya demekê dîsa dewleta Tirk a faşîst bi hincetên bê bingeh biryara cezayê displînî li Rêber Abdullah Ocalan birî û nahêle hevdîtin pêk werin.

Li dijî vê yekê gelê kurd û dostên wan bi helwestin û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dikin.

Share This Article