KONFERANSA 9’EMÎN YA MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN A EFRÎN Û ŞEHBAYÊ BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

Konferansa 9’emîn ya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê bi encamnameyekê bi dawî bû.
Konferans duh bi dirûşmeya Bi pêşengiya malbatên şehîdan ji bo azadiya Rêber APO ya fîzîkî û parastina destkeftiyên şoreşê, em ê asta têkoşînê bilind bikin, hate lidarxisxtin.
Di konferansê de rewşa meclisa malbatên şehîdan û karûxebatên wê hate nirxandin.
Her wiha astengiyên ku meclis pê re rû bi rû dimîne, bû mijara nîqaşa konferansê.
Di dawiyê de hilbijartin hatin lidarxistin û endamên meclisê hatin hilbijartin.
Konfernas bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê hate kirin.

Share This Article