ŞAREDARIYA HESEKÊ DEST BI ZIFTKIRINA RIYÊN BAJÊR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armanca başkirina û sererastkirina riyan li bajarê Hesekê, şaredariya gel a bajêr derst bi projeya ziftkirina rê kir.

Kar û xebatê şaredariyê ji bo sererastkirina riyan û ziftkirina wê li Meheta, Kolana Sînaa û çarxareya Meheta berdewame.

Endamên şaredariyê ji Rojava Tv re diyar kirin ku armanc ji vê projeya han, başkirina riyê bajarê Hesekê û ziftkirina wê ye ji bo hêsankirina tevgera şêniyan.

Her wiha anîn ziman ku xebata nûjenkirinê ne tenê bi rêkirina rêyan ve sînordar bû, lê di heman demê de başkirina torên kanalîzasyonê li hin deveran jî dihewîne, ku karîgeriya xizmet û binesaziyê li herêmê zêde dike.

Share This Article