Desteya Çand û Hunerê ya kantona Firatê bi hevkariya Yekîtiya Rewşenbîran şevbuhêrkeke helbestan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo saz kirin.
Şevbuhêrk bi beşdariya bi dehan rewşenbîr û xelkên Kobanê li navenda Baqî Xido ya çand û hunerê ya kobanê hate lidarxistin
li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Firatê axaftin hat kirin û tê de hate tekezkirin ku hemleya ji bo azadiya Rêber Apo, dê heta tecrîd bê şikandin, berdewam bike.
Piştre helbestvanan çend helbestên li ser rêber Apo, şehîd û berxwedana bajarê Kobanê xwendin.
Şevbuhêrk bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê bi dawî bû.
LI KOBANÊ ŞEVBUHÊRKEKE HELBESTAN JI BO RÊBER APO HAT LIDARXISTIN
