KOLANÊN KURDÎ JI BO ZIMANÊ XWE RABÛNE SER PIYAN

Rojava Tv
2 Min Read

Pêla nerazîbûna li dijî sînordarkirina zimanê Kurdî bi 3 saetan di heftiyê de, berfireh dibe.

Li Qamişlo û li Kobanê bi hezaran xwendekar, mamoste û welatî diherikin qadan û hewldanên sînordarkirina perwerdehiya Kurdî red dikin.

KOLANÊN KURDÎ JI BO ZIMANÊ XWE RABÛNE SER PIYAN

Pêla nerazîbûnan a li dijî biryarên hikumeta veguhêz ya sînordarkirina zimanê Kurdî berfirehtir dibe. Li Qamişlo û li Kobanê bi hezaran xwendekar, mamoste û welatî herikîn qadan û dengê xwe bilind kirin.

Li bajarê Qamişloyê, bi sedan şagirt, mamoste û welatî li dijî polîtîkayên hikumeta veguhêz yên li ser zimanê Kurdî daketin qadan.

Beşdarên meşê hewldanên sînordarkirina perwerdehiya Kurdî şermezar kirin û destnîşankirin ku ev biryar binpêkirina Peymana Entegrasyonê ya 29’ê Çileyê ye.

Çalakvanan bang li hikumeta veguhêz kirin ku rêzê li nasname û zimanê Kurdî bigire û diyar kirin ku ew ê tu carî tawizê ji mafên xwe yên rewa neditin.

Li kobanê jî Bi hezaran xwendekar, mamoste û şêniyên bajêr li dijî biryara mafê xwendina bi zimanê kurdî ya sînordar, xwepêşandek li dar xistin.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim di xwepêşananê de got ku Ew vê biyarê qebûl nakin. Divê ev biryar were guhartin, ji ber ku li herêmên kurdî bi hezaran kesan bi zimanê kurdî xwendiye.”

Kolanên Rojavayê Kurdistanê bi yek dengî peyama parastina zimanê dayikê didin. Li Qamişlo û Kobanê, çavê her kesî li ser gavên paşerojê yên hikumeta veguhêz e.

çalakvan û şagirt di qadan de diqîrin ‘Bê Ziman Jiyan Nabe’ û gel di vê mijarê de tu carî tawizan qebûl nake.

Share This Article