Bi boneya salvegera 65’an a Komkujiya Sînemaya Amûdê, Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ya bajarê Amûdê çalakiya bîranînê li dar xist.
Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku şewata sînemaya Amûdê plankirî bû û armanc qirkirina Kurdan bû.
Di 13’ê Mijdar 1960’î de li hola Sînemaya “Şehrezad” a li bajarê Amûdê, di dema ku 500 şagirtên dibistanên seretayî ku temenên wan kêmtirî 12 salan bûn, li hola sînemayê hatibûn komkirin da ku li filmekî tamaşe bikin, şewat derket.
Di encamê de 283 zarokên Kurd li Sînemaya Amûdê hatin şewitandin.
Ji bo bîranîna qurbaniyên şewatê, Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ya bajarê Amûdê çalakiya bîranînê li dar xist.
Bi sedan şêniyên bajêr, nûnerên saziyên sivîl, tevgerên çand û hunerê, rewşenbîr, helbestvan û hunermendan li cihê peykerê Sînemaya Amûdê tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, yek ji şahidên şewata Sînemaya Amûdê behsa bûyerê kir.
Her wiha beşdarên çalakiyê anîn ziman ku şewata sînemaya Amûdê plankirî bû û armanc jê qirkirina Kurdan bû.Her di çalakiya bîranînê de Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Beşîr Mele Newaf helbestek xwend û diyarî dayikên şehîdan kir.
Çalakî bi gotina stranan ji aliyê hunermend Semîr Orkêş ve bi dawî bû.
