Li Navenda Çanda Erebî ya Şamê çalakiyek çandî ya bi stran û mîrasa Kurdî hat organîzekirin.
Saziya Geşepêdanê ya Star duh li Navenda Çanda Erebî ya li herêma Edewî ya Şamê çalakiyek hunerî li dar xist.
Di çalakiyê de stran û dîlanên kurdî yên gelerî hatin pêşkêşkirin.
Ev çalakî di çarçoveya parastin û belevkirina çana kurdî li tevahî herêmên Sûryeyê pêk tê.
