14’ê Hezîrana îsal, Şaredariya gel a Qamişlo û kampaniya BM kevirê bingehîn a projeya xanên pez û embarên êm li gundê Gir Siwêr danîn, lê li hember vê gavê bertekên welatiyan derketin ku ev proje were sekinandin.
Piştî dahurandin û lêkolînan, duh ev proje ji gundê Girswêr bo gundê Çirmiz hat veguhestin û li şûna wê avakirina bajareke pîşesazî hat îlankirin.
Mijar bi çi rengî ye؟ em ê di vê raporê de nas bikin.
Li ser daxwaza nerazîbûna xelkên gundê Gir Siwêr ji avkirina projeya xanên pez û embarên êm ji bo xizmetiya samadariya sewêlan ku di 14’ê meha 6’an a sala 2026’an de, ji aliyê Şaredariya gel a bajarê Qamişlo û bi hevkariya kampaniya BM kevirê bingehîn hatibû dayin, duh ev proje ji gundê Girswêr hat veguhestin û li gundê Çirmiz ku dikeve bakurê bajarê Qamişlo de bi merasîmekî fermî îlana pirojeyê hat kirin.
Lê ji ber ku ev sê meh kar û xebat li ser pirojeyê li gundê Girswêr tê kirin, Şaredariya gel da zanîn ku wê ji pirojeya avakirina xanên pez veguherşne bajarekî pîşesaziyê .
Der barê vê mijarê de endeziyarê bi navê Hecî Elî ji me re axivî û besha hûrguliyên veguhertina pirojeyê kir.
Pirojeya avakirina bajarekî pîşesaziyê li ser daxwaza welatiyên bajarê Qamişlo dikeve meryetê de.
Hêvî hene ku ev proje qirbalixiya li nav bajaran kêm bike û gavek li ser rêya rast be.
