Sazî û partiyên siyasî yên herêmê bi daxuyaniyên cuda êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesaziyê şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de hat gotin, dewleta Tirk bi êrîşên xwe zagon û nirxên mirovahiyê bin pê dike.
Sazî û partiyên siyasî yên herêmê bi daxuyaniyên cuda êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.
Desteya Jîngehê ya kantona cizîrê îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê zerarên ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de rûdane aşkere kir.
Desteyê diyar kir ku, dewleta tirk ji bo qutkirina jiyanê li herêma bakur û rojhilatê sûriyê her wiha dorpêçkirina gel êrîşî binesaziyê kir.
Desteya Jîngehê got, dagirkeriyê bi hedefgirtina binesaziya herêmê û rûxandina stasyonên petrol, gaz û kehrebeyê re zerareke mezin li jîngehê kir her wiha dê bibe sedema têkçûna jîngehê û radana kerasetên mirovî. Meclîsa Olî ya kantona Minbicê jî bi daxuyaniyekê êrîşên bêserûber ên dewleta tirk şermezar kir û got, hedefgirtina sivîlan û navendên xizmetguzariyê li dijî tevahî ol û baweriyan e.
Meclîsa Olî diyar kir ku dewleta tirk sûcên şer li dijî herêma bakur û rojhilatê sûriyê pêk tîne û banga darizandina Tirkiyê kir.
Meclîsa Olî ya kantona Minbicê di dawiyê de tekez kir ku ew ê li hember êrîşan li ber xwe bidin û hevgirtina xwe xurttir bikin .
Li aliyekî din Partiyên Siyasî yên bajarê Helebê bi heman armancê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, dewleta tirk a ji bo ku aloziyên xwe yên hundirîn derxe derveyî welatê xwe û bi bihaneyan êrîşî sivîlên li bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
di wextekê de ku behsa pêvajoya aştiyê kirin, tirkiyê êrîşên xwe li dijî çavkaniyên jiyanê yên herêmê zêde kirine, dewleta tirk zagon
