Marûk şêraniya herî navdar a meha Remezanê ye ku gelê sûriyê jê hezdike.
Her weha ew yek ji kevneşopiyên herî naskirî yên meha remezanê ye.
Ji bo naskirina awayê çêkirina vê şêraniyê em li vê raporê temaşê bikin.
Welatiyên Sûriyê bi gelemperî, hatina Remezanê bi gelek awayan pîroz dikin, û şîranî yek ji xwarinên rojane ye ku li maseya her malekê tê dîtin.
Tevî cûrbecûriya şîraniyan, Marûk ya herî zêde tê kirîn e, ji ber ku ew yekem xwarina Remezanê ye ku ji bo fitarê û sihûrê tê xwestin.
Ji bo naskirina awayê çêkirina vê cureya şêraniyan, Rojava TV serdana yek ji dikanên çêkirina Marûkan a li Reqayê kir û ji xwediyê wê hûrgiliyên amadekirinê wergirt.
Yek ji firoşkarên Marûkan jî diyar kir ku li sûkê, gelek cûriyên Marûkan hene û her yek ji wan nirxekê wê ya cuda heye.
Li gorî bijîjkan, xwarina Marûk gelek sûdên xwe hene, ji wan sûdan di laşê kesê rojîgirtî de şekirê pêwîst peyda dike, nemaze ku gera xwînê ya di laş de birêkûpêk dike.
