Li bajarê Qamişlo bi sedan malbatên koçber ên ji Şehbayê biryara valakirina dibistanan protesto dikin û daxwaza vegereke ewle dikin.
BI Nêzhatina sala nû ya xwendinê, Ji bo nêzîkî 1400 malbatên koçber ên Şehbayê ku di dibistanên Qamişlo de dimînin, herî zêde 24 saet hatine diyarkirin da ku wan deran vala bikin.
Ji bo şermezarkirina vê biryarê Duh bi dehan koçber li Çerxerêya Seba Behrat ya li naverasta Qamişlo çalakiyeke protestoyî li dar xistin.
Çalakvanan ragihandin ku ew ê heta dabînkirina vegereke ewle ji bo wan, dibistanan vala nekin.
