Kongra Star li bajarê Kobanê bi beşdariya 15 jinên ciwan, dewreyeke perwerdeyê ya nû vekiriye.
Di perwerdeyê de semîner li ser dîroka jin, giringiya perwerdeyê, rastiya serokatiyê û jineolojiyê têne pêşkêşkirin.
Ji bo pêşxistina asta rewşenbîriyê ya jinan û xurtkirina rola wan ya di qadên jiyanê de, Kongra Star li bajarê Kobanê perwerdeyek vekiriye.
15 jinên ku di sazî û desteyên Rêveberiya Xweser de dixebitin, beşdarî dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Çîçek Kobanê bûne.
Di perwerdeyê de semîner li ser dîroka jin, giringiya perwerdeyê, rastiya serokatiyê û jineolojiyê têne pêşkêşkirin.
Beşdarên perwerdeyê diyar dikin ku, perwerdeyê bandoreke erênî li ser wan kiriye.
Rêvebera perwerdeyê Firyal Temê diyar kir ku armanca wan zanekirin û pêşxistina jinê ye.
Biryar e ku ev perwerde mehekê dewam bike û piştî wê akademiya Şehîd Şîlan ya girêdayî Kongra Star pêşwaziyê li grûpeke nû bike.
