Nivîsgeha perwerde û avakirina rêveberî ya kantona Cizîrê û Hêzên Parastina Civakî perwerdeyên weke çawaniya bikaranîna çekan û xweparastinê pêşkêş dikin.
Beşdarên perwerdeyê destxweşiyê li xebatên rêveberiyê dikin û rahênanên weha weke gaveke giring û dicih de dibînin.
Di çarçoveya seferberiya giştî de Nivîsgeha perwerde û avakirina rêveberî ya kantona Cizîrê bi hemahengiya HPC’ê perwerdeyên giring bo welatiyên deverê pêşkêş dike.
Rahênanên weke çawaniya bikaranîna çekan û xweparastinê, her wiha giringiya şerê gelê şoreşgerî bi awayekî sîstematîk ji hêla komîteyeke pispor ve tên pêşkêşkirin.
Ev der jî Komîna Şehîd Şevger a li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo ye. Beşdarên perwerdeyê destxweşiyê li xebatên rêveberiyê dikin û rahênanên weha weke gaveke giring û dicih de dibînin.
Hevserokê Nivîsgeha Perwerde û Avakirina Rêveberî ya Kantona Cizîrê Fesîh Hisên ji Rojava TV re behsa mekanîzmeya perwerdeyê dike.
Ji 1’ê Kanûnê ve li seranserî herêmê perwerdeyên giring tên dayîn û biryar e ev perwerdeyên weha bi plansaziyeke xurt bidomin.
