KEÇEK JI QAMIŞLO DERMANÊ BEDEWIYÊ JI XWEZAYÊ ÇÊDIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Yasmîn Yûsif keçeke ji bajarê Qamişlo ye, temenê wê 23 salî ye, ji zarokatiya xwe ve ji lêkolîna berhemên xwezayî hez dike û bi vê hezkirinê re mezin bû û niha bi berhemên xwezayî dermanê bedewbûnê çêdike.

Yasmîn Armanc dike ku jinan li ser girîngiya bikaranîna berhemên xwezayî û kêmkirina madeyên kîmyewî, hişyar bike.

Em li çîroka Yasmîn temaşe bikin..

Di van salên dawî de gelek jinan dest bi çêkirina berhemên xwezayî yên wekî dermanên bedewbûnê û parastina laş ji madeyên kîmiyawî kirine.

Yasmîn Yûsif keçeke ji bajarê Qamişlo ye bi temenê xwe 23 salî ye, Yasmîn ji zarokatiya xwe ve ji lêkolîna berhemên xwezayî hez dike û bi vê hezkirinê re mezin bû.

Bi temenekî biçûk û ciwan dest bi çêkirina berhemên taybet ji berhemên xwezayî ji bo jinan kiriye.

Mîna parastina çerm ji nexweşiyan, çareserkirin pirsgrêkên por mîna weşandin û Piştgiriya tenduristiya jinan bi awayekî xwezayî.

Yasmîn diyar dike ku şifreya serkeftina wê bi xelkê re danustandin û pêşkêş kirina berhemekî başe.

Yasmîn Armanc dike ku jinan li ser girîngiya bikaranîna berhemên xwezayî û kêmkirina madeyên kîmyewî, hişyar bike.

Share This Article