XELKÊ DIRBÊSIYÊ BI MERASÎMEKÊ ŞEHÎD RONÎCAN ŞÊX DAWÛD OXIR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên Dirbêsiyê bi merasîmek girseyî şehîd Ronîcan Hisên Şêx Dawûd oxir kir û soza şopandina rêça şehîdan da.

Şehîd Ronîcan Şêx Dawûd bi nasnav Çav Reş di 20’ê Tebaxê de di êrişa çekdarî de li Hesekê şehîd bû.

Bi sedan xelkê Dirbêsiyê, endamên saziyên sivîl, meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên tevgerên ciwan û jinan li goristana şehîd Rustem Cûdî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve hate kirin.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya wan da.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di bin diruşmên ” Şehîd Namirin ” spartin axê.

 

Share This Article