LI KOBANÊ KAMPANIYEK PAQIJÊ JI ALIYÊ SAZÎ Û TEVGERÊN JINAN VE HAT DESTPÊKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Îro li bajarê Kobanê, kampaniyek paqijê ji aliyê sazî û tevgerên jinan bi hevkariya Şaredariya Gel û Desteya Ekolojî hat destpêkirin.

Kampaniya paqijiyê û belavkirina biroşorên hişyariya paqijiyê, ji qada Jina Azad li naverasta bajarê Kobanê dest pê kir û ta çarxereya Saetê girt nav xwe.

Tevgerên jinan piştrast kirin ev kampaniya bi armanca paqijkirina bajêr û belavkirina çanda paqijiyê di nava gel de hat destpêkirin.

Hate zanîn ku ev kampaniya, dê her hefte rojekê li taxekê ji taxên bajêr dewam bike.

Share This Article