MÎHRÎCANA QAMIŞLO YA ÇANDÎ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî ya ku HRRK’ê serpereştiya wê dike, dest pê kir.

Bi boneya sedsaliya damezrandina bajarê Qamişloyê, Mîhrîcana Qamişlo ya Çandî li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir. Mîhrîcan ji aliyê HRRK‘ê ve û bi sponseriya Nûçe Tv û Kanal El Yeûm ve hatiye organîzekirin.

Beşdaran bal kişand ser rewşa tevgera çandî li Qamişloyê û rêbazên piştgiriya wê û girîngîdayîna belgekirina bîrdanka bajêr û parastina mîrasa wî ya çandî û pirrengiyê.

Piştî panelê şevbuhêrkeke helbestên bi zimanê Kurdî û Erebî hat lidarxistin.

Çalakiyên Mîhrîcanê dê heta 21’ê Tebaxê dewam dikin û wê di mîhrîcanê de panel, şevbuhêrk, îmzekirina pirtûkan û çalakiyên dîtir werin pêşandan.

Share This Article