XELKÊ QAMIŞLO BI DAXWAZA AZADIYA RÊBER APO DAKETIN QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkê bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek lidar xistin.

Meş bi hildana wêneyên Rêber Apo û bi berzkirina dirûşmeyên ” Bijî berxwedana Îmralî”, ” Bê Serok Jiyan nabe” ji Çerxerêya Sonî ve dest pê kir.

meşvanan diyar kirin ku rêber Apo bi banga aştî û civaka Demokratîk, Rojhilata Navîn derbasî qonaxeke nû kir û bi azadiya rêber Apo re, dê aştî li cşhanê tevahî belav bibe.

Her wiha dan xuyakirin ku divê dewleta Tirk jî li hemberî pêvajoya Aştiyê bavêje û rêber Apo azad bike.

Share This Article