KOÇBERÊN EFRÎNÊ DI NAVA ŞERT Û MERCÊN ZEHMET DE LI BER XWE DIDIN

Rojava Tv
2 Min Read

5 Salin Koçberên Efrînê Li Kantona Şehbayê Di Kamp Û Avahiyên Nîvwêranbûyî de û di nava şert û mercên zehmet de li ber xwe didin .

Bi ser de jî rastî êrîşên dewleta tirk û dorpêça Hikumeta Şamê tên .

koçberên Efrînî bang li netewên yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember vê rewşê bi erkên xwe rabin.

18’ê Adara sala 2018’an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin. Bi wê yekê re xelkên Efrînê neçar man koçber bibin.

Piraniya wan berê xwe dan Herêma Şehba û li Kampan bi cih bûn û beşeke din jî ji koçberan berê xwe dan Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û li wir di avahiyên nîvwêrankirî de di bin dorpêça Hikumeta Şamê de jiyan dikin.

koçberên Efrînî yên di kampa serdem de bi cih bûne behsa zehmetiyên xwe kirin û dibêjin:” li gel zehmetiyê koçberiyê ew rastî êrîşên dewleta tirk û dorpêça hikumeta şamê tên.

Her wiha koçberan diyar kirin ku dewleta tirk a dagirkir bi darê zorê ew ji malên wan koçber kirin û bang li netewên yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bi erkên xwe rabin.

Tevî ku koçberên Efrînî ji aliyekî bi dorpêçê û ji aliyekî din ve jî bi êrîşên Tirkiyê re rû bi rû dimînin, lê ti carî dest ji xeta berxwedanî û têkoşînê bernedane.

peyama wan ew e ku heta vegera li efrînê dê li ber xwe bidin .

Share This Article