kongra star ji ber amedebûna kujerê Şehîd Hevrîn Xelef Ebû Hatem El-Şeqra di Konferansa Serkeftinê ya ku li şamê hatibû lidarxistin de xwepêşandanek li dar xist û hebûna kujerê şehîd hevrîn şermezar kir.
di xwepêşandanê de kongira star daxuyaniyek ji raya giştî parve kir û got, her ku asta têkoşîn, xebata jin, projeya şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” berfireh dibe, em dibînin dagirker li ser herêma me zêdetir dibin.
Kongira star diyar kir ku, HTŞ, li dijî îradeya azad a jina ye, dixwaze ser û çavên jinan girê bide û dengên wan tune bike.
Her wiha daxwaz kir ku kujerê Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, Ebû Hatem El-Şeqra were cezakirin.
Kongra star anî ziman ku, Ew ê bi felsefeya “Jin jiyan azadî” berxwedana xwe bidomînin, ew ê rê nedin kujerên jinên sûriyê rihet di sûriyê de jiyan bikin.
kongira star di dawiyê de got ,Heta ku biryarên HTŞ’e û çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk neyên guhertin, ew ê têkoşîna xwe heta avakirina Sûriyeke adilane bidomînin.
