Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi dirûşma “Em bi rengê xwe jiyanê dixemînlînin” îro pêşangeha şewekariyê vekir.
Pêşangeh bi 55 wêneyan li Naveda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hat vekirin.
Bi dehan endam û reveberên Rêveberiya Xweser, Desteya Çandê, rewşenbîr, nivîskar, helbestvan û şêwekar beşdarî pêşangehê bûn.
Di roja yekem a pêşangehê de, axaftin li ser Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatin kirin.
Piştî axaftinan pêşangeh hat vekirin, hezkiriyên şêwekariyê dest bi temaşekirina wêneyan kirin.
Pêşangeh wê 3 rojan dewam bike.
