Hunermendên Kurd Şehrîbana Kurdî, Şerîf Omerî û Jala Rojhilat ji bo şahiya pîrozkirina salvegera 13’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê, amadekarî kirin.
Hunermendên Kurd Şehrîbana Kurdî, Şerîf Omerî, Jala Rojhilat û Dilo Doxan ku li derveyî welat bûn, doh gihaştin Rojavayê Kurdistanê.
Ev hunermend dê beşdarî şahiya pîrozkirina salvegera 13’emîn a şoreşa 19’ê Tîrmehê bibin, her wiha gelek şahiyên cuda jî li herêmê li dar bixin.
Îro jî Hunermend Şehrîbana Kurdî, Şerîf Omerî û Jala Rojhilat ji bo şahiya ku dê li parka azadî ya li qamişlo were lidarxistin, amadekariyên xwe li navenda Mihemed Şêxo kirin.
