DI SER RIZGARKIRINA REQAYÊ JI DAIŞ’Ê RE 7 SAL DERBAS DIBIN

Rojava Tv
2 Min Read

Di 17’ê Cotmeha 2017’an de şervanên QSD’ê û YPJ’ê piştî berxwedaneke dîrokî bajarê Reqayê ji pençên DAIŞ rizgar kirin di 20’ê heman mehê rizgarkirina bajêr ragihandin.

Xelkên Reqayê ji Rojava TV re kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin, bi rizgarkirina Reqayê re dawî li tarîtî û zilmê hat.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di sala 2016’an de ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê ji tarîtiya DAIŞ pêngava “Xezeba Firatê” dest pê kir.

Xelkên Reqayê di dema kontrolkirina çeteyên DAIŞ’ê de bi hovitiyên mezin re rû bi rû hatin. Bi dehan ciwanên Reqayê hatin windakirin û hatin qetilkirin.

Di 17’ê Cotmeha 2017’an de Reqa ji aliyê QSD’ê ve hat rizgarkirin û di 20’ê heman mehê rizgarkirina bajêr hat ragihandin.

Têkildarî salvegera 7’an a rizgarkirina bajarê Reqayê Welatiyên Reqayê ji Rojava Tv re behsa kêfxweşiya xwe kirin.Her wiha Hevserokê Meclisa Giştî ya Kantona Reqayê Lûey El-Îsa jî got rizgarkirina bajarê Reqayê bi saya berxwedana QSD’ê ya bê hempa pêk hat.

Piştî berxwedaneke dîrokî ku şervanên YPJ’ê û QSD’ê raber kirin, bajarê Reqayê ku DAIŞ’ê kiribû baytexta xwe, hate rizgarkirin.

Ji dema bajar rizgar bûye, jin xebatên mezin dimeşînin, astengî û tevahiya cureyên tundiyê yên li dijî wan pêk dihatin, derbas kirine û xeyalên DAIŞ’ê pûç kirine.

Share This Article