Konferansa 9`an a Kongra Star a kantona Hesekê bi hilbijartina encumena Jinan a Kongra Star bi dawî bû.
Konferansa 9`emîn a Kongra Star a kantona Hesekê bi dirûşma “Bi rihê Jiyan û Zeyneban emê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û bi ser kevin”, bi tevlêbûna 400 delegeyan doh li bajarê hesekê hate li dar xistin .
Di konferansê de sînevizyonek hate pêşandan û piştre perspektîfên rêber Abdullah Ocalan têkildarî doza jinan hatin xwendin.
Piştî wê rapora kar û xebatên Kongra Star a 2 salan hate xwend.
Di dawiya konferansê de jî, encumena jinan a Kongra Star a kantona Hesekê hat hilbijartin ku ji 12 endaman pêk tê. Beşdaran teqezî bi pêwîstiya pêşxistina kar û xebatên jinan ji bo rizgarkirina civakê ji zihniyeta baviksalarî kir.
