GIRÊ MIŞTENÛR Ê KOBANÊ VEDIGUHERE DARISTAN

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî çandina nêzî 9 hezar daran û anîna hejmareke ajalên kovî, Desteya Jîngehê li bajarê Kobanê girê Miştenûr ê dîrokî veguherand daristaneke xwezayî.

Desteya Jîngehê ya Kobanê, di çarçoveya ji nû ve zindîkirina girê Miştenûr ê dîrokî û zêdekirina şînkahiyê de, gir veguherand daristaneke xwezayî.

Di 2 salên dawîn de, desteyê nêzî 9 hezar darên cur bi cur li gir çandin û ji bo avdana daran a rojane tîmên taybet hatine erkdarkirin.

Bi xebata çandina daran re, desteyê dest bi anîna hejmareke ajalên kovî mîna kîvroşkan kir û tê payîn ku çend ajalên din jî bînin.

Share This Article