LI QAMIŞLO TEVGERA HEBÛN DEST BI KAMPANIYEKE PAQIJIYÊ KIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera hebûn bi hemahengiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo re ji 2’ê mijadrê ve dest bi kampaniyeke paqijiyê di nav taxên Qamişloyê de kiriye.

Bi armanca parastina bajêr ji qirêjiyê û vegerandina xemla wê;, Tevgera hebûn bi hemahengiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, dest bi kampaniyeke paqijiyê di nav taxên Qamişlo de kiriye.

kampaniya paqijiyê ji 2’ê mijadrê ve destpê kiriye û dewam dike.

Têkildarî mijarê Serperiştê kampaniyayê Hemîd Ebdê diyar kir ku kampaniya ji baqijkirina çemê Ceqceqê ve destpêkiriye.

Hemîd Ebdê destnîşan kir ku ji bo avakirina hişmendiyeke rast xwendekarên Fakulteyên zanîngehê jî alîkarin.0

Ji bo xweşikbûn û paqijiya bajêr Tevgera Hebûn diyar kir ku di demên pêş de wê kampaniyayên berfirehtir li bajarên cûrbecûr ên Kantona Cizîrê bidin destpêkirin.

Share This Article