Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê di roja xwe ya 7’an de dewam dike.
Şervanên ku beşdarî operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûne, ji Rojava TV re behsa awayê rêveçûna operasyonê dikin û dibêjin, êrîşên Tirkiyê zindîbûnê didin çeteyên DAIŞ’ê.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya şervanên QSD’ê û YPJ’ê, 27’ê meha derbasbûyî dest bi qonaxa sêyemîn a operasyonsa mirovî û ewlehiyê kirin.
Operasyon bi xebatên lêgerîn û bi armanca jinavbirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê, di roja xwe ya 7’an de li kampa Holê dewam dike.
Heta niha bi dehan çeteyên DAIŞ’ê li kampê hatine girtin û hejmareke mezin ya çek û cebilxaneyan jî hatine desteserkirin.
Şervanên ku beşdarî operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûne, ji Rojava TV re behsa awayê rêveçûna operasyonê dikin.
Bi gotina beşdarên operasyonê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandoreke neyînî li rêveçûna operasyonê dike.
Hevdemî geşbûna bizavên asayîşê yên bo zuhakirina çavkaniyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk sibeha îro navendeke asayîşê li Qamişlo hedef girt û di encamê de 4 endamên ku ji operasyonê vedigeriyan, şehîd bûn.
