XEBATÊN NÛJENKIRINÊ LI BALAFIRGEHA NAVNETEWEYÎ YA QAMIŞLO BERDEWAM DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Ji bo vegera wê ya xizmetê di zûtirîn dem de, karên nûjenkirinê li Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişlo bi lez pêş dikeve.

Kamereya Rojava serdana balafirgehê kir û xebatên dawî yên çaksazkirinê belge kirin.

Xebatên çaksazkirinê nûjenkirina rêgeha firînê û ronahîkirinê, başkirina hol û tesîsan û nûjenkirina pergalên navîgasyonê di nav xwe de dihewîne.

Hêjayî gotinê ye ku di 21ê Sibatê de, li gorî peymana di navbera hikûmeta demkî ya Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de, Rêveberiya Ewlekariya Balafirgeh û Sînoran a girêdayî Hikûmeta Demkî, misyona rêvebirina Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişlo girt ser xwe.

Share This Article