LI QAMIŞLO ÇLAKIYEKE HIŞYARIYÊ JI BO PENCEŞÊRA SÎNGÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Heyva Sor a Kurd, Rêxistina Hêz û Girûpa Ez biskilêt dixwazim çalakiyeke hişyariyê ji bo naskirina penceşêra Pêsîran a jinan li lîstikgeha 12’ê adarê a bajarê Qamişlo lidarxistin.

Çalakî bi beşdariya jinên bajarê Qamişlo, Endamên Heyva Sor a Kurd, Rêxistina Hêz û Girûpa Ez biskilêt dixwazim pêk hat.

Di çalakiyê de tekezî li ser çêkirina têsta penceşêrê hate kirin û matçeke biskilêtan hat lidarxistin.

Di dawiya çalakiyê de jinên ku di matiçê de bi ser ketin hatin xelatkirin.

Share This Article