Di wextekê de ku li herêmê pirsgirêka sotemeniyê û rawestîna jeneratoran di rojevê de ye, welatî berê xwe didin rêbazên alternatîf ku enerejiya rojê yek ji wan rêbazan e.
Welatî dibêjin ku bikaranîna enerjiya rojê dikare ji bo çareserkirina pirsgirêka kehrebeyê roleke girîng bilîze, lê di heman demê de siwarkirina wan buhaye.
Li bajarê Qamişlo piştî heftiyekê ku jeneratorên amperan ji dabînkirina elektrîkê rawestiyan, bi sedema mazota xizmetguzariyê ku ji aliyê Hikumeta Şamê ve li wan nehatiye belavkirin,
welatî neçar mane ku berê xwe bidin enerjiya rojê, ji ber ku dunya gelek germ e û di her malekê de nexweş û zarokên biçûk hene.
Welatî ji Rojava TV re dibêjin enerjiya rojê çareseriya herî berbiçav e lê buhayê kirîna wê li ser welatiyan giran e.
Teknîkê Sazkirina Enerjiya rojê “Omîd Qasim” dibêje nêzî 300 pergalên enerjiya rojê di nav 4 mehên borî de saz kirine.
Dema ku tarîtî dibe pirsgirêk û ronahî jî ji ber buhabûnê dibe hesretek, pirsa sereke ev e: Heta kengî dê welatî, ji bo dabînkirina elektrîka bingehîn a jiyana xwe, herin li pey alternatîfan?
