Şêniyên bajarê Kobanê bi merasîmekê cenazeyên 3 cangoriyên azadiyê li goristana Şehîd Dîcle oxir kirin.
Şervanê QSD’ê Yusif Xelîfê bi nasnav Zindan di 14 Kanuna 2024’an, Kefa Casim bi nasnav Cûdî Tolhildan di 9 Kanûna 2024’an û şervana YPJ’ê Edla Ehmed bi nasnav Nêrgiz Dilda Welat di 9’ê Kanûna 2024’an li Minbicê şehîd bûn.
Bi sedan şênî, malbatên şehîdan û nûnerên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û Partiya Yekitiya Demokrtîk PYD’ê ve hate kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya wan da.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
